Şeyma Orhan

                                                                                 Pirsî ji esrê dewran: “Fenn û tereqqîya te

                                                                            dewlet serê çi ye?” Got: “Dewlet serê jinan e.”

E.H.

Rêxistin û têkoşîna jinên kurd dikare bê gotin ku di çil salên dawiyê de zêdetir bi pêş ketiye û sînorên xwe berfirehtir kiriye. Bi pêşketina têkoşînê re dikare bê gotin ku di rêxistinbûna navbera jinên kurd de jî xurtbûneke berbiçav çêbûye. Mirov dikare bibêje bi saya vê rêxistinbûn û têkoşînê ye ku jinên kurd êdî li qadên giştî zêdetir xuya dikin û di polîtîkayê de bi awayekî çalak cih digirin.

Her çi qasî ji bo rêxistinbûn û têkoşînê em behsa dîrokeke nêz bikin jî, dema em bi saya çavkaniyên li ber dest li dîroka kurdan dinêrin, em dibînin ku ev rêxistinbûn û têkoşîn berê me didin sed sal beriya niha, ango destpêka sedsala bîstemîn. Di vê serdemê de ku teqabulê meşrûtiyeta duyemîn dike, gelek xebatên edebî û polîtîk hatine kirin, bajarê Stenbolê jî wek navenda van xebatan derketiye pêş. Di heman serdemê de kurdên li Stenbolê jî di bin bandora encamên meşrûtiyetê de mane û xebatên wek sazkirina komeleyan, derxistina kovar û rojnameyan pêk anîne. Komeleya Pêşxistina Yekîtiya Kurd ku ji aliyê rewşenbîrên kurd ve hatiye sazkirin ku wê demê li Stenbolê diman û dîsa Komeleya Hêvî ya Telebeyên Kurd ku ji aliyê xwendekarên kurd ve hatiye sazkirin ku ji bo xwendinê çûne Stenbolê; ev wek xebatên polîtîk derdikevin pêşberî me. Kovarên Jîn û Rojî Kurd, rojnameya bi navê Komeleya Pêşxistina Yekîtiya Kurd jî wek xebatên edebî dikarin bên nîşandan. Ev atmosfera erênî ya ku bi meşrûtiyetê re derdikeve der, bê guman bandorê li jinan jî dike: “Meşrûtiyetê bi xwe re rewşeke wisa derxistiye holê ku polîtîkayên lîberal û piranîparêz tê de bûne serdest, bi saya vê, jinan jî derfeta xweîfadekirin û rêxistinbûnê bi dest xistiye. Pê re jî pêvajoyekê dest pê kiriye ku jin bi rêya rojnameyan zêdetir hatine xuyakirin” (Kutlar, 2010: 55).

Di nav van xebatan de, ya ku me ji nêz ve eleqedar dike rojnameya bi navê Kadınlar Dünyası (Cîhana Jinan) ye ku di bin navê komeleya Müdafaa-i Hukuk-ı Nisvan (Parastina Mafên Jinan) de derketiye. Lewra di vê rojnameyê de ku bi hurgulî behs ji mafên jinan tê kirin, jinên kurd jî daxilê cîhana edebîyatê dibin. Her çi qasî bê zanîn jî ku di vê rojnameyê de gelek jinên kurd bi nivîsên xwe cih girtine, ji xeynî jinên malbata Bedirxaniyan ên wek Mezîyet Bedirxan, Fahrîye Bedirxan û Mesadet Bedirxan em xwe nagihînin navên din. Şeş sal piştî tecrubeyên di vê rojnameyê de jinên kurd li bajarê Stenbolê li hev dicivin û komeleyekê saz dikin ku wê ji dîroka rêxistina wan re bibe mînak û pêşeng: Komeleya Pêşketina Jinên Kurd. Rohat Alakom ku bi xwe li ser vê komeleyê xebateke berfireh jî kiriye, dibêje ku ev komele di dîroka kurdan de mînaka ewil e. Lewra beriya vê komeleyê, ew rastî xebateke bi vî rengî nehatiye ku tenê ji jinên kurd pêk hatibe. Dîsa em ji Alakom hîn dibin ku di navbera salên 1908-1923yan de li bajarê Stenbolê nêzîkî 40 komele ji aliyê jinan ve hatine birêvebirin. Di nav van de hebûna navên wek Ermeni Kadınlar Birliği (Yekîtiya Jinên Ermenî) û Çerkez Kadınları Teavün Cemiyeti (Komeleya Piştgiriya Jinên Çerkez) vê yekê nîşanî me dide ku di wê serdemê de femînîzmeke lokal û neteweyî hatiye pejirandin. Komeleya Pêşketina Jinên Kurd hem ji hêla nasnameya neteweyî hem jî ji hêla nasnameya zayendî ve ji bo dîroka kurdan, bi taybetî jî ji bo dîroka jinên kurd gaveke mezin e ku hatiye avêtin; dîsa, ji ber ku beriya wê mînakeke bi vî rengî nîn e, ew wek gava ewil jî dikare bê pênasekirin. Endamên wê tenê ji jinan pêk tên û ev komele di dîroka têkoşîna jinên kurd de rêxistina ewil e, ev jî girîngiya wê qat bi qat zêdetir dike.

Komeleya Pêşketina Jinên Kurd, di 20ê Hezîrana 1919an de, bi merasîmeke fermî tê vekirin. Di vekirina komeleyê de mewlûd tê xwendin; pişt re, Encum Yamulkî li ser navê komeleyê axaftinekê dike, di vê axaftinê de behsa armanc û hedefên komeleyê dike. Navê Encum Yamulkî di gelek çavkaniyan de jî derbas dibe ku ew ji aliyê hin lêkolîneran ve wek damezrînera komeleyê tê qebûlkirin; ji xeynî navê wê der heqê endamên komeleyê de li ber destê me tu agahî tune ne. Encum Yamulkî ji bo perwerdeya bijîşkiyê diçe Fransayê û li wir xwendina xwe ya doktorayê jî temam dike; li gorî Rohat Alakom, ew doktora jin a kurd e ku cara pêşîn li Ewropayê perwerdeya bilind wergirtiye, Îbrahîm Halîl Baran jî ji bo Yamulkiyê dibêje ku ew di nav Osmaniyan de doktora jin a ewil e ku ji fakulteyekê mezûn bûye. Ji van agahiyan jî diyar dibe ku Encum Yamulkî ji her alî ve ji jinên kurd re bûye mînakeke qewîn.

Rêziknameya komeleyê li ser hev ji 46 madeyan pêk tê ku tê de behsa armanc û rêbaza komeleyê tê kirin. Madeya duduyan a ku behsa armanca komeleyê dike bi vî hawî ye: “Meqseda cemiyetê ew e ku pêşxistina jinên kurd pêk bîne, di jiyana kurdan a malbatî de reformên bingehîn pêk bîne û bi rêya peredayîn û peydakirina kar, alîkariya jinebî û zarokên kurdan bike ku ji ber sirgûn û koçberiyê perîşan bûne” (Malbat, 2019: 71). Wek tê dîtin, endamên vê komeleyê xwestine zêdetir li ser pêşxistina jinên kurd û rewşa wan a malbatî û civakî bisekinin. Di madeyên mayîn de jî hatiye behskirin ku ji bo pêkanîna vê armancê wê kovar, rojname û pirtûk bêne weşandin, pirtûkxane û şûbeyên cur bi cur bêne vekirin û di van de wê ders bêne dayîn, konferans bêne lidarxistin. Li gel vê, serenavên wek şertên tevlêbûna komeleyê, şêwirdarî, lijneya rêveberî û nivîsê jî di nav van madeyan de cih girtine. Dikare bê gotin ku ev komele xwediyê sekneke femînîst û neteweyî ye, her wiha di dîroka têkoşîna jinên kurd de xebata femînîst a ewil e.

Her çi qasî Komeleya Pêşketina Jinên Kurd piştî sazkirinê demeke dirêj di nav bêdengiya dîrokê de dimîne jî, di sala 1985an de, bi latînîzekirina kovara Jînê ya ji aliyê M. Emîn Bozarslan ve ji nû ve derdikeve ser rûyê avê. Di kovara Jînê de Memduh Selimbegî di nivîsa xwe ya “İki Hayırlı Eser” (Du Berhemên Xêrdar) de, Azîz Yamulkî jî di nivîsa xwe ya “Kürt Kadınları Teali Cemiyeti Müsameresi Münasebetiyle” (Li ser Komeleya Pêşketina Jinên Kurd) de behsa komeleyê dikin. Di heman kovarê de Ebdurrehîm Rehmî ji bo komeleyê şiîrekê dinivîse ku serenavê wê “Ji bo Civata Dayikan” e. Ji çavkaniyên ku der heqê komeleyê de agahiyan didin me yek jî rojnameya Serbesti ye. Li gorî ragihandina Malbat (2019: 32), di nusxeya rojnameyê ya 26ê Nîsana 1919an de tê behskirin ku tevdîra komeleyeke bi vî navî tê dîtin û ev komele wê di demeke nêzîk de bê sazkirin. Em ji dîroka nûçeya rojnameyê pê derdixin ku xebatên sazkirina vê komeleyê du mehan beriya vekirinê ango di meha Nîsanê de dest pê kiriye. Nivîsa Memduh Selimbegî ya di 26ê Gulana 1919an de jî me digihîne heman encamê. Lê belê Selimbegî di nivîsa xwe de behsa tevdîrekê nake, rasterast behsa sazkirina komeleyê dike. Her wiha, tê dîtin ku dîroka sazkirinê û ya vekirina fermî ne wekî hev in. Selimbegî sazkirina komeleyê ji bo neteweya kurd wek serfiraziyekê dibîne û dibêje ku gelê kurd deyndarê jinên kurd e. Ji xebatên ku li ser komeleyê hatine kirin yek jî xebata Rojda Yıldızê ye. Yıldız (2018: 120), ji perspektîfa zayenda civakî analîzekê li ser Komeleya Pêşketina Jinên Kurd dike û vê komeleyê wek hêza alîkar a neteweyê bi nav dike. Li gorî Yıldız, jinên vê komeleyê ne wek kirdeyan, lê belê wek jin, dayik û xwişkên kirdeyan tevgeriyane. Di berdewama analîza xwe de Yıldız dibêje jinên komeleyê wek “dayik” hatine kategorîzekirin û armanca wan ji bo silametiya welat mezinkirina zarokan bûye.

Li gel kêmasiyên xwe, wek rêxistina ewil, wek çirûsk û gava ewil Komeleya Pêşketina Jinên Kurd ev sed sal e ji têkoşîna jinên kurd re pêşengiyê dike; bi sekna xwe ya neteweyî û femînîst ve rêya wan ronî dike. Jinên kurd her çi qasî di naskirina wê de bi derengiyê ketibin jî bi saya serê vê komeleyê bi dîroka xwe ya rêxistinî hisiyane. Ger bi hurgulî li ser rewşa wê demê ya sazkirina komeleyê bê sekinandin dê were dîtin ku ev komele ji hêla xuyakirina li qadên giştî ve bi giştî ji bo jinan, bi taybetî jî ji bo jinên kurd hîn zêdetir xwediyê girîngiyekê ye.

 

Çavkanî

Alakom, R. (2019). Kürt Kadınları Teali Cemiyeti (1919). Stenbol: Weşanên Avestayê.

Kutlar, M. (2010). Nuriye Ulviye Mevlan ve ‘Kadınlar Dünyası’nda Kürtler. Stenbol: Weşanên Avestayê.

Malbat, E. (2019). Kürt Kadınları Teali Cemiyeti ve Nizamnamesi. Stenbol: Weşanên Nûbiharê.

Selimbegî, M. (1919). “İki Hayırlı Eser.” Kovara Jînê. c. 4, h. 20.

Yıldız, R. (2018). “Erken Dönem (1898-1919) Kürt Basınında Toplumsal Cinsiyet ve Kürt Kadınları Teali Cemiyeti.” (Teza Lîsansa Bilind), Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê. Enstîtuya Bernameyên Lîsansa Bilind. Bernameya Lîsansa Bilind a Civaknasiyê.

https://www.rudaw.net/turkish/opinion/08032016

                                     

Yayınlanma Tarihi: 27.09.2024

Leave a Reply